Eyn Îsa li ser masaya şerê taybet ê Rûsya û Tirkiyê ye

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên leşkerî yên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê bê bertek dimînin. Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo piştrast kir ku ev êriş rêbazeke şerê taybet ê Rûsya û Tirkiyê ye.

Eyn Îsa li ser masaya şerê taybet ê Rûsya û Tirkiyê ye
7 ÇILE, 2021   03:12
KOBANÊ

Ji dawiya 2019`an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî Eyn Îsayê dikin. Bi van êrişan dagirkera Tirk du lihevkirinên cuda yên ku Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pê re îmze kirine, binpê dike.

Heta ku nuqteyên hevbeş di navbera hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê de li derdora Eyn Îsayê hatin avakirin jî, lê ev êriş ranewestîn. Berovajî wê bûyerên derbasbûna çeteyan ji herêmê re û topbarana ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve berdewam kir. Aliyê Rûsya jî tenê li van êrişan temaşe dike  û dewriyeyên hevbeş li Kobanê û hinek herêmên sînor ên li herêma Cizîrê dimeşîne.

Bi van êrişan re hevkariyeke rûsî-tirkî heye, ew jî bi rêya koordînasyona dualî û pêkanîna şerê taybet li dijî gelên herêmê û Rêveberiya Xweser e. Bi wê re jî hewl didin berjewendiyên xwe yên ji bo kontrolkirina herêmê pêk bînin.

/kr/uploads/files/2021/01/06/211714_-.webp

Girêdayî mijarê, endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Şêxo wiha got: "Ev êrişên li dijî Eyn Îsayê, ji alavên şerê tabyet e ku Rûsya û dewleta Tirk bi rê ve dibin."

Li gorî gelek şîrovekar û çavdêrên rewşa Sûriyê, Rûsya siyaseteke şantajê ya eşkere li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dimeşîne, yan QSD’ê Eyn Îsayê radestî hêzên hikumeta Şamê bike yan jî bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû bimîne.

Şêxo wiha domand: "Rûsya lîstokeke xirab dilîze. Bi rêya erêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê dixwaze fişarê li QSD û Rêveberiya Xweser bike, ji bo ku herêmê radestî rejîma Baas bikin a ku zihniyeta wê ruxmî wêraniya zêdetirî nîvê bajarê Sûriyê nehatiye guhertin."

Şêxo gotinên domand û got: "Bi rêya gefxwarina domdar a ji bo êrişkirina herêmê (çi êrişkirina Kobanê an dagirkirina Eyn Îsayê) dixwazin gelên herêmê tengav bikin. Dixwazin tirsê belav bikin. Êrişên li Eyn Îsayê bi hevkariya hêza garantor Rûsya ya ku divê rola xwe bilîze, pêk tîn.“

Şêxo wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Berjewendiyên siyasî hişt ku Rûsya çav ji siyaset, êriş û sûcên dewleta Tirk bigire. Ji lew re her du alî hewl didin têkoşîna gelên herêmê felc bikin, xwedîderketina gel ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê re têk bibin.”

Heta niha jî maseya berjewendiyên Rûsya û dewleta Tirk li dijî şêniyên bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê tevî bêdengiya navneteweyî li dar e.

(fr-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EA9BwVaf_og" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>