Eşîra Egêdat: Em tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar dikin

Rûspiyê eşîra Egêdat Îbrahîm EMistefa Ebû Nadir tecrîda ku dagirkeriya Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya navnetewî der barê van sûcan şermezar kirin.

Eşîra Egêdat: Em tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar dikin
7 ÇILE, 2021   01:34
DÊRAZOR - ELÎ SALIH

Bertekên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kurdistanê û dervayî wê zêde dibin.

Di heman çarçoveya de, rûspiyê eşîra Egêdat ê li Dêrazorê, Îbrahîm Mistefa Ebû Nadir tecrîda ku zêdetirî 20 salan li ser rêber Abdullah Ocalan e şermezar kir.

Mistefa got ji ber ku rêber Abdullah Ocalan banga azadiyê û yekitiya gelan dike, hate dîlgirtin û tecrîda li dijî wê pêk tê. Li aliyekî din jîMistefa bêdengiya navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navnetewî şermezar kir û piştrast kir ku dewletên şerê demokrasî û jiyana hevbeş dikin, li dijî rêber Ocalan komployeke mezin pêk anî.

Mistefa eşkere kir ku Camiyeya Ereb jî berpirsê siyaset û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ye.

Mistefa siyasetên zordar ên Osmaniyan li herêmê bi bîr xist û got: "Dewleta Osmanî bi bihaneya Îslamiyetê 400 sal e li ser dilê dewletên Ereb rûniştiye."

Mistefa diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk ên dagirkirina xak, wêrankirina mal û milkên li herêmên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û sûcên rojane yên li Eyn Îsayê, koçberkirian zarok û Jinan, temamkirina serdema osmanî ya bi bihaneya îslamiyetê ye.

Rûspiyê eşîra Egêdat êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em wek rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û tevahiya axa Sûriyê şermezar dikin. Li aliyekî din jî li pişta QSD’ê ne û dê tevahî xakên ku dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin."

)dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j3YirfrX-OQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>