Gotegot û agahiyên derew…rêbazeke nû ya şerê taybet ê li dijî şêniyên Dêrazorê ne

Piştî hewldanên têkçûyî yên teşwîqkirina şêniyên Dêrazorê li dijî rêveberiya wê ya sivîl û QSD’ê, daîreyên şerê taybet ên girêdayî hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin, ji têkbirina aramiya li herêmê derbe dest bi bikaranîna malperên tevnên kir. Lê Xesan Yûsif piştrast kir ku eniya hundirîn têrê dike ku van hewldanan jî bi bin bixe.

Gotegot û agahiyên derew…rêbazeke nû ya şerê taybet ê li dijî şêniyên Dêrazorê ne
7 ÇILE, 2021   05:22
DÊRAZOR-EHMED MIHEMED

Di vê dawiyê de ji bo reşkirina Rêveberiya Sivîl a ku herêma Dêrazorê bi rêve dibe û têkbirina ewlehiya li vê herêmê, diyardeya belavkirina gotegotan û nûçeyên derew derketin holê. Armanca sereke jî şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye.

Ev rêbaz piştî ku şaneyên veşartî di pêkanîna armancên xwe de yên ji bo sorkirina gelên herêmê li dijî Rêveberiya Sivîl û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya hedefgirtina kesayetên olî de bi bin ketin, hate bikaranîn.

ev şane girêdayî gelek aliyan in, hinek girêdayî DAIŞ`ê ne û hindek din jî girêdayî hikumeta Şamê ne û hinek î alîgirên Îran, dewleta Tirk û komên çeteyan in.

 ‘HEMLEYEKE PROPAGANDAYÊ YA BIZANABÛN LI DIJÎ RÊVEBERIYA SIVÎL A DÊRAZORÊ HEYE’

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif wiha got: "Li dijî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê hemleyeke propagandayê ya bizanabûn heye, sedemên wê jî cihê wê ya stratejî û dewlemendiya wê ya binerd e."

Yûsif da zanîn ku cihê stratejîk a Dêrazorê hişt ku alî, hêzên herêmî û navneteweyî girîngiyê bidin vê herêmê, aramî û ewlehiya wê ya digel Rêveberiya Sivîl de tê bibin.

 ‘HEWL DIDIN SERKEFTINA LI DIJÎ DAIŞ’Ê BI BIN BIXIN’

Yûsif wiha domand: "Tunekirina DAIŞ’ê ji hêla QSD`ê ve li Baxozê ji aliyê leşkerî ve, hişt ku gelek alî aciz bibin. Bi wê re jî wan aliyan bi hemû rêbazan hewl da vê serkeftinê têk bibin. Ew jî bi rêya şaneyên veşartî, armanckirina ewlehiya herêmê û belavkirina gotegot û reşkirina rêveberiya sivîl e."

Ji ber ku piraniya şêniyên herêmê tevnên civakî wek çavkanî dibînin û ji ber ku şênî baş rêbazên şerê taybet nas nakin, mîna van îdia û gotegotên nerast li ser malperên tevnên civakî mîna Facebookê, Youtube, Whatsup û telegramê belav dibin.

Têkildarî malperên ku van nûçeyên nerast belav dikin Yûsif wiha pê de çû: "Hin torên nûçe û rûpelên tevnêm*6 civakî hene ku Rêveberiya Sivîl reş dikin û rastiyên li Dêrazorê berovajî dikin, da ku rêveberiyê derbe bikin, fîtneyan di navbera eşîran, Kurd, Ereb û pêkhateyên din de biafrînin."

Xesan bi lêv kir ku piraniya van rûpelan ji derve tên birêvebirin û girêdayî şaneyên veşartî ne, armanc jî derxistina fîtneyan û belavkirina derewan e.

Yûsif îşaret pê kir ku li dijî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê hedefgirtinek çapemenî ya bizanabûn tê kirin.

Li ser rewşa çapemeniyê ya li herêmên Dêrazorê, berpirsê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amir Murad wiha got: "Rewşa çapemeniyê ya li Dêrazorê ne baş e. Ji ber ku hejmara dezgehên çapemeniyê li herêmê kêm e û şênî xwe dispêrin tevnên civakî yên nenas ku derewan belav dikin."

Ev yek di dema dawîn de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê zêde hat belavkirin, ji ber kesên derewan di van rûpelan de belav dikin navên herêmên di vê erdnîgariyê de bi kar tînin.

Di herêmên Dêrazorê de, 6 saziyên çapemeniyê dixebitin, jê 3 girêdayî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û 3 jî girêdayî saziyên çapemeniyê yên serbixwe ne. Ruxsetên van jî ji Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê tên girtin. Lê belê di van saziyan de lawaztî heye, ji ber ku pisporiya kadroyên wê kêm e.

Têkildarî mijarê, Murad ev yek destnîşan kir: "Hejmara saziyên çapemeniyê yên li herêmê pir kêm e û gelek zehmetî di warê pisporiyê de tê kişandin. Li aliyekî din jî rewşa ewlehî û belavbûna şaneyên veşartî li pêş xebata rojnamegeran a veguhastina rastiyan dibe asteng."

Ji bo belavkirina wan gotegot û reşkirinê, ew alî agahiyên provokator belav dikin, da ku eşîran li dijî hev derxin û û piştre Rêveberiya Sivîl pê tawanbar bikin.

‘MALPERÊN KU TEŞHÎRAN BELAV DIKIN JI DERVE TÊN BIRÊVEBIRIN’

Murad piştrast kir ku ew rûpel di rastiyê de tune ne û ji derve tên birêvebirin, tenê li ser tevnên civakî dixebitin, dîmenên vîdyo yên derew belav dikin an jî dîmenan ji herêmên dîtir belav dikin û idîa dikin ku ew ji vê herêmê ne. Ev tevahî ji bo afirandina fîtneyê û derbekirina aramiya herêmê ye.

Ev teşhîr û nûçeyên derew karekî herî xetere ya ku di dîroka mirovahiyê de tên bikaranîn, nexasim jî di dema şer û kirîzan de. Da ku fîtne, tevlihevî çêbibe û gef li ewlehiya giştî were xwarin û li pêşiya wan aliyan derfet vebe ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

‘DÊ RÊVEBERIYA XWESER KANAL Û DEZGEHÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN DÎTIR LI GUNDEWARÊN DÊRAZORÊ VEKE’

Der heqê rêbazên sînordarkirina wan propaxandayan de û gihandina agahiyên durist ji şêniyên Dêrazorê re, berpirsê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amir Murad piştrast kir ku dê rêveberî kanalên fermî yên taybet li herêmê veke, her wiha li ser projeya radyo û rojnameyên fermî dixebite.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif jî wiha eşkere kir: "Ruxmî gelek astengiyan em hewl didin eniya hundirîn xurt bikin. Deriyên meclisê ji hemûyan re vekiriye da ku ji vê herêmê re xizmetê bikin."

(fr-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S9LY6t0J1xY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>