Artêşa Tirk a dagirer careke din derdora rêya M4 topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora rêya navneteweyî M4 a li gundewarê rojavayê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirer careke din derdora rêya M4 topbaran dikin
6 ÇILE, 2021   17:14
Eyn Îsa

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê careke din bi çekên giran gundewarê rojavayê Eyn Îsayê û derdora rêya navneteweyî û navenda sotemeniyê ya li nêzî rêya M4 topbaran dikin.

Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA