‘Dibe ku Brett McGurk peywireke payebilind di Meclisa Ewlehiyê de bi dest bixe’

Rojnameya New York Times a Amerîkayê diyar kir ku tê payîn ku serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, peywireke payebilind di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî de bide nûnerê berê yê Amerîkayê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk.

‘Dibe ku Brett McGurk peywireke payebilind di Meclisa Ewlehiyê de bi dest bixe’
6 ÇILE, 2021   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî New York Timesê dibe ku peywira nû ya nûnerê amerîkî ku ji ber niyeta serok Donald Trump a vekişîna ji bakurê rojhilatê Sûriyê dev ji peywira xwe ya di Koalîsyona Navneteweyî de berdaye, peywireke payebilind di ‘Nivîsgeha Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî (NSC)’ de, be.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Brett McGurk yek ji rexnegirên siyasetên serok Donald Turmp ên girêdayî Sûriyê bû. McGurk her wiha dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî rexne kiribû.

 (eh)