Ehmedînejad hişyariya rûdane şer li Rûhanî kir

Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad serokkomarê niha Hesen Rûhanî û rayedarên Îranê ji ber îhtîmala destpêkirina şerekî li Kendavê, hişyar kirin.

Ehmedînejad hişyariya rûdane şer li Rûhanî kir
6 ÇILE, 2021   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmûd Ehmedînejad xîtabî serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kir û got ji geşedan û agahiyên ku li ser dezgehên medyayê yên cîhanê belav dibin, diyar dibe ku  ji bo destpêkirina şerekî nû yê li Rojhilata Navîn û Kendavê plan hene.

Ehmedînejad îdia kir ku dema şer rû bide, divê hemû berpirsyar tedbîrên girîng bigirin û Rûhanî divê bi hemû heza tev bigere û rê li pêşiya rûdana şer bigire.

Ehmedînejad got:"Bê guman dê dewletên herêmê kêfxweş bin dema ku rayedar rê li pêşiya ziyanên madî û manewî bigirin ku dê ji ber şer rû bidin."

(eh)