Çalakvanên li Kobanê bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe didomînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Kobanê, di roja 4`an de dewam dike.

Çalakvanên li Kobanê bi biryardariyeke xurt çalakiya xwe didomînin
6 ÇILE, 2021   12:46
KOBANÊ

Hikumeta Tirkiyê di 22`ê Kanûna borî de cezayê girtinê heta 22 salan li parlamanter û hevseorka KCD`ê Leyla Guven, birî.

Berktekên gel ên li dijî siyaseta hikumeta Tirkiyê ya der heqê siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê de, hewmwextî çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ya bi dirûşmeya “dem dema azadiyê ye” ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ku ket roja 41`an, dewam dikin.

Li Kobanê konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd a navarasta bajêr hatiye vedan. Kon bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star hatiye xemilandin û pankartên silavkirina berxwedana zindanan, hatine daliqandin.

Sazî û navendên sivîl ên bajêr rojane serdana çalakvanên greva birçîbûnê dikin. Îro jî Desteya Tenduristiyê, Meclisa Navçeya Kobanê û Meclisa Kantona Kobanê serdana konê çalakiyê kirin.

Piştî ku şande gihaştin konê çalakiyê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û îşaret bi girîngiya hevgirtina li dijî siyasetên dijberî doza kurdî kir.

Ferhan Kobanê diyar kir ku bi saya felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku hîna li dijî faşîzma Tirkiyê li ber xwe dide, gelê Kurd fêrî feraseta berxwedanê û avakirina Kurdistanê bûn.

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê heta 9`ê Çileyê dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ty-thf2gUIw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>