Artêşa Tirk û çeteyên wê ji serê sibê ve gundên Til Temirê topbaran dikin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên serê sibehê ve gundên Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji serê sibê ve gundên Til Temirê topbaran dikin
6 ÇILE, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Til Temirê agahî parve kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro (6 Çile 2021) ji seat 4’ê sibê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Til Temirê topbaran dikin. Gundên Dirdara û Feka bi dijwarî hatin topbarankirin.

Her wiha çeteyên dagirker nêzî baregehê Rûsan jî topbaran kir. Ruxmî vê yekê jî bêdengiya Rûsan berdewam dike.”