Li Dêrazorê êrişên li dijî Eyn Îsa hatin şermezarkirin

Şêniyên Gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsa û tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Dêrazorê êrişên li dijî Eyn Îsa hatin şermezarkirin
6 ÇILE, 2021   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Xwepêşandêr li kolana sereke ya bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê gundewarê Dêrazorê meşiyan. Xwepêşandêran pankartên ku "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, Şêniyên Dêrazorê bi şêniyên Eyn Îsayê re ne" li ser hatibûn nivîsandin, rakirin.

Xwepêşandêran bi diruşmeyan sûcên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û diruşmeyên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, na ji êrişên li dijî bajarokê Eyn Îsayê û na ji sûcên çete û dagirkeran re." berz kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ytQESfWkjXA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>