Komîteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Reqayê dest bi kar û xebatên bajarê Firûsiyê kirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên sereraskirina cihê pêşbaziya hespan a li bajarê Reqayê kir. Li gorî hevserokê komîteyê armanc ew e ku çanda xwedîkirina hespan û birêxistina pêşbaziyan vejîn bibe.

Komîteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Reqayê dest bi kar û xebatên bajarê Firûsiyê kirin
6 ÇILE, 2021   11:56
REQA

Cihê pêşbirka hespan li Reqayê yek ji cihên werzîşê yên girîng e li herêmê û cihê herî mezin li Sûriyê ye. Li wê derê mîhrîcanên pêşbaziya hespan tên lidraxistin û gelek siwarên hespan beşdarê dibin.

Cihê pêşbaziya hespan sala 1969`an li ser bejahiyeke 440 donim hate damezrandin û sala 1991`an bi awayekî fermi hate vekirin.

Di sala yekemîn a vekirinê de, di çarçoveya mîhrîcana yekemîn a hespan de yekemîn turnovaya pêşbaziya hespan hate lidarxistin. Di sala 1995`an jî Turnoveya Ciyad a Ereban jî hat li darxistin û di sala 1997`an jî turnoveya bazdana di ser bendan re hate lidarxistin. Di pêşbaziyê de  70 siwariyên ji herêmên Sûriyê beşdar bûn.

Her wiha li bajar turnoveya navneteweyî " Samsung" ku tê de hespên ji Lubnanê û Urdunê beşar bûn hat lidarxistin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed El-Xidir diyar kir ku ev demeke ku wan dest bi sererastkirina bajêr kirine û armanca wan ji vê xebatê ew e ku çanda xwedîkirina hespan ji nû ve zindî bibe û careke din pêşbaziyên hespan bi rêxistin bikin û mihrîcanan li dar bixin.

Ehmed El-Xidir destnîşan kir ku dema herêm di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de bû, çeteyan gelek ziyan gihand bajêr û xerab kirin.

Li gorî Ehmed El-Xidir xebata sererastkirinê li ser du qonaxan hatiye destpêkirin a yekê; di qonaxa yekemîn de dê dest bi rakirina bermahiyan, rastkirina erdê wê, dagirtina bi xîzê û sererastkirina hewdên (stenbar) hespan bikin.

Qonaxa duyemîn jî wê dest bi sererastkirina qada bajêr, sererastkirina daniştekan û çêkirina kehreba û ronahiya bajêr bikin.

Li gorî Hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê Ehemed El-Xidir karên qonaxa yekemîn dê di  nava 15 rojan de bi dawî bibe û piştire dê dest bi qonaxa duyemîn bikin.

(eh)

ANHA