Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 40 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
6 ÇILE, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine 2 mêr û jinek ji Hesekê ne û mêrekî ji Reqayê ye.

Mistefa eşkere kir ku 40 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ew 21 mêr û 19 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 5

Qamişlo: 3

Dêrik: 6

Til Temir:1

Rimêlan: 1

Kobanê: 7

Reqa: 1

Dêrazor:3

Tebqa: 11

Şehba: 2

Mistefa her wiha da zanîn ku 7 nexweşên şewbê baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 153 an, ji wan 280 kes mirine û hezar û 157 kes baş bûne.

(dm)