`Piştî ku herêmên me rizgar bûn, dewleta Tirk hewl dide careke din dagir bike`

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Hiyam Mehmûd El-Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê şeremzar kir û got: "Piştî ku me herêmên xwe rizgar kirin, dewleta Tirk hewl dide ku ji nû ve dagir bike û sûcên xwe li dijî me bidomîne. "

`Piştî ku herêmên me rizgar bûn, dewleta Tirk hewl dide careke din dagir bike`
6 ÇILE, 2021   10:13
DÊRAZOR

Deleta Tirk a dagirker êrişên xwe dijî navçeya Eyn Îsayê didomîne, li hemberî êrişan û bêdengiya civaka navneteweyî bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Hiyam Mehmûd El-Ehmed diyar kir ku di 8 salên borî de dewleta Tirk û çeteyên wê gelek sûc li dijî jinan pêk anîn.

Hiyam destnîşan kir ku piştî QSD'ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar kir, jinan mafên xwe yên rewa bi dest xistin û di hemû aliyan de roleke girîng lîstin.

Hiyam Mehmûd piştrast kir ku dagirkeriya Osmanî dixwaze carek din herêman dagir bike da ku sûcên xwe ji kuştin, destdirêjî û revandinê bidomîne.

Hiyam wiha axaftina xwe domand: " Em jinên Dêrazorê û gelê Sûriyê dagirkeriya Tirk red dikin û bêdengiya navnetewî ya rêxistinên navnetewî û Neteweya Yekbûyî şermezar dikin.Çima piştî ku herêmên me rizgar bûn, dewleta Tirk dixwaze carek din dagirkeriya Osmanî vegerîne?"

Hiyam di dawiya axaftina xwe de soza berdewamkirina berxwedanê da.

(dm)

ANHA