Dagirkeran stasyona kehrebeyê ya Til Temirê kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kir, ji ber topbaranê kehrebe ji ser navçeyê qut bûye.

Dagirkeran stasyona kehrebeyê ya Til Temirê kir hedef
6 ÇILE, 2021   09:35
TIL TEMIR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeha Rûsyayê topbaran kirin, dagirkeran stasyona kehrebeyê ya li ser rêya Til Temir-Serêknaniyê kir hedef.

Ji ber topbaranê kehrebe li ser navçeyê û gundewarê wê qut bûye.

Nûçegihanê me daxuyand ku stasyona kehrebeyê li kêleka baregeha Rûsyayê dikeve, ku vê sibehê artêşa Tirk û çeteyên wê baregeh topbaran kiribûn bêyî ku hêzên Rûsya bersivê bidin.

(cx)

ANHA