Serokwezîrê Iraqê: Di demeke nêz de dê nîvê hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kir ku di çend rojên pêşîn de dê zêdetirî nîvê leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê, ji welêt derkevin û piştrast kir ku dê Iraq nebe qadeke şerên herêmî yan navdewletî.

Serokwezîrê Iraqê: Di demeke nêz de dê nîvê hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin
6 ÇILE, 2021   09:30
 NAVENDA NÛÇEYA

Duh, Kazimî di salvegera 100`an a damezirandina artêşa Iraqê de wiha axivî: “Cihê mixabiniyê ye ku xaka Iraqê veguhere qadeke tesfiyekirinê û şerên cîhanî û navdewletî. Em ê rê nedin ku xaka Iraqê bibe cihekî tesfiyekirina hesabên dewletan.”

Ji ber êrişên domdar li Herêma Xedra ya Bexdayê ku balyozxaneya Amerîkayê û şandeyên dîplomatîk li wir in, her wiha ji ber êrişên li dijî karwanên hêzên Koalîsyona Navneteweyî, di demên cuda yên sala par de DYA`yê hejmareke leşkerên xwe ji Iraqê vekişandin.

Kazimî destnîşan kir ku di encama diyalogên stratejîk ên domdar li gel DYA`yê de, dê di rojên pêş de zêdetirî nîvê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê vekişin û dê tenê ji bo perwerdekirin, amadekirin, biçekkirin û piştgiriya hêzên Iraqê, bi sedan leşkerên amerîkî bimînin.

(cx)