Hêzên dagirker gundewarê bakurê Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî gundewarê bakurê navçeya Til Temirê berfireh kirin. Di van kêliyan de hêzên dagirker gundê El-Feka topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundewarê bakurê Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin
6 ÇILE, 2021   08:02
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê berbangê ve gundên li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de yên gundewarê bakurê navçeya Til Temirê, topbaran dike.

Nûçegihanê ajansa me ji herêmê ragihand ku hêzên dagirker topbarana gundê Derdara dewam dikin, di heman demê de gundê El-Feka yê bakurê navçeyê topbaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber topbarana dijwar kes nikare nêzî herêmê bibe.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku heta niha agahiyên têkildarî encamên topbarana li dijî herêmê, negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6xR4mw1_ADQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>