Artêşa Tirk gundê Derdara yê navçeya Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê gundewarên navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê Derdara yê navçeya Til Temirê topbaran dike
6 ÇILE, 2021   05:50
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saet 04: 00`an berbanga vê sibehê ve gundê Derdara topbaran dikin û heta niha jî topbaran li ser gundê Derdara ku li bakurê navçeya Til Temirê li rêya di navbera navçeyên Zirgan û Til Temirê de ye berdewam dike. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Mehmûdiyê û Enîq El-Hewa ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne ve topbaran dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7lj1YkWQ2Wo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>