‘Alîgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re dê bibe sedema karesatê’

Endamên rêveber ên saziyên sivîl destnîşan kir ku divê PDK ji siyasetên malbatî yên teng dûr bikeve, li metoda nîştimanî vegere û bazarê li ser çarenûsa gelê Kurd ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe neke.

‘Alîgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk re dê bibe sedema karesatê’
6 ÇILE, 2021   07:28
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

Di demekê de ku siyasetên PDK’ê yên li dijî doza Kurd tên rexnekirin û bangên ji bo bidûrketina ji dewleta Tirk tên kirin, PDK di şandina hêzên xwe li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê yê li hember herêma Dêrikê ya Qamişloyê, berdewam dike.

/kr/uploads/files/2021/01/06/073119_-.webp

Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Qamişloyê Îbtîsam Hisên piştrast kir ku gel siyasetên PDK’ê red dike û wiha got: "PDK hêzên leşkerî li ser sînorê Rojava û kolandin zêde kiriye û dihêle dewleta Tirk a dagirker baregehan li Başûrê Kurdistanê ava bike. Her wiha ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta dagirker, berjewendiyên gelê Kurd înkar dike."

Îbtîsam Hisên da zanîn ku ji dêvla PDK’ê piştevaniya hewldana yekitiya Kurd bike, fitne û nakokiyan diafirîne.

/kr/uploads/files/2021/01/06/073101_-.webp

Serokê saziya olî ya Qamişloyê Elî Resûl jî wiha axivî: "PDK hêzên xwe sewqî sînorê bi ser Rojava ve dike, lê ji dêvla wê divê alîkariya gelê Kurd bikira û parastina wê ji tevahî aliyan ve bikira."

Resûl PDK hişyar kir û got heke PDK piştevaniya dewleta Tirk a dagirker bike, dê çarenûs kambax be, ji ber dema dijmin êrişî gelê Kurd dike, tevahî çînên wê dike armanc.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hh1otuwviMU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>