Baregeha Rûsya li bakurê Til Temirê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeha Rûsya ya li bakur rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kir. Êrişên dagirkeran li dijî gundewarê bakurê navçeyê jî dewam dikin.

Baregeha Rûsya li bakurê Til Temirê tê topbarankirin
6 ÇILE, 2021   08:10
TIL TEMIR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêm dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeha Rûsya ku 2 km li bakur rojavayê navçeya Til Temirê ye li ser rêya di navbera Til Temir-Zirgan-Serêkaniyê de, topbaran kir. Nûçegihanê me destnîşan kir ku hêzên Rûsya heta niha ti bersiv nedane êrişan û ti helwest nîşan nedane.

/kr/uploads/files/2021/01/06/081208_1dc92eb7-a545-40fc-99c7-81ee98664698-copy.webp

Nûçegihanê me her wiha daxuyand ku topbaran li ser gundewarê bakurê navçeyê hîna dewam dike.

Nûçegihanê me topbarana li dijî baregeha Rûsyayê ji nêz ve şopand.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vTXHMHaKieI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>