Hêzên dagirker gundên Eyn Îsa û Şehbayê topbaran dikin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek ên Eyn Îsa, rêya M4 û gundên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundên Eyn Îsa û Şehbayê topbaran dikin
5 ÇILE, 2021   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Mielek ê dikeve bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran dikin.

Di heman demê de gundên Eyn Deqnê û Minix ê kantona Şehbayê jî topbaran dikin.

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA