Rûspiyên eşîrên Ereb: Tirkiyê bi rêya dayîna nasnameyan DAIŞ’ê rewa dike

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb, siyaseta dewleta Tirk a li herêmên dagirkirî şermezar kirin û gotin: "Hewldana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên iraqî li herêmên dagirkirî û dayîna nasnameyan, planeke nû ji bo vejandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ye."

Rûspiyên eşîrên Ereb: Tirkiyê bi rêya dayîna nasnameyan DAIŞ’ê rewa dike
6 ÇILE, 2021   02:26
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine sûcên dermirovî û polîtîkayên tirkkirinê pêk tîne û bi rêya bicihkirina malbatên DAIŞ’ê li şûna niştecihên resen û dayîna nasnameyê demografiye herêmê diguhere.

Şêniyên Serêkaniyê yên resen, siyasetmedar, rewşenbîr û tevahî beşên civakê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wan red dikin.

Her wiha rûspiyên eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku dewleta Tirk armanc dike ku şêniyên herêmê yên resen bi malbatên çeteyên DAIŞ’ê biguhere, da ku sînaryoya 2016’an dûbare bike û careke din DAIŞ’ê li herêmê vejîne.

Rûspiyê eşîra Şerabîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Xidir nerazîbûn nîşanî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê da û wiha got: "Mafê dewleta Tirk nîne ku gelên ne ji Sûriyê li herêmê bi cih bike. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide herêmê dagir bike."

Xidir sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagikirî, bi taybet li Serêkaniyê bi "zulm û mêtîngeriya li ser şêniyên herêmê" wesifandin û got ku dewleta Tirk hewl dide xîlafeta Osmanî vegerîne, da ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike.

Xidir li ser derxistin û dayîna nasnameyan ji malbatên iraqî yên li Serêkaniyê re jî wiha axivî: "Nasnameyên ku dewleta Tirk ku dide malbatên çeteyan, ne qanûnî ne û dewletek jî îtîrafê pê nake. Divê şêniyên herêmê bi xak û malên xwe ve girêdayî bin û nehêlin werin dagirkirin."

HEWLDANA VEGERANDINA DAIŞ’Ê LI HERÊMÊ

Ji eşîra Şerabîn a li Til Temirê, Abdurehman Mihemed destnîşan kir ku armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku şêniyên Serêkaniyê yên resen bi malbatên çeteyên DAIŞ’ê û koçberên iraqî biguhere û rengekî osmanî bide herêmê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk pirî caran da xuyakirin ku ew dixwaze serweriya li dewletên ku berê di bin desthilatiya Osmanî de bûn, bike. Niha jî hewl dide wan herêman dagir bike û xîlafeta Osmanî vegerîne."

Mihemed got ku armanca dewleta Tirk a bicihkirina malbatên DAIŞ’ê li Serêkaniyê, vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye û vegerandina rûdanên 2016’an e.

Mihemed piştrast kir ku divê tevahî eşîr û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek, da ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin û wiha berdewam kir: "Êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî tevahî pêkhateyên herêmê ne. Lê belê bi hevgirtina me, em ê tevahî herêmên dagirkirî, rizgar bikin."

Têkildarî mijarê, rûspiyê eşîra Yesar El-Taîye, Hisên Humereyn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide demografiya herêmê biguhere û şêniyên resen ji herêmên wan koçber bike, da ku herêm vegere mîna serdema xîlafeta Osmanî.

Humereyn li ser rola ku eşîrên Ereb ji bo birêvebirina civakê û hişyarkirina wê li ser xeteriya dagirkeriyê dide, axivî û wiha bi dawî kir: "Divê tevahî eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola xwe ya pêşeng di hişyarkirina şêniyan ji xeteriya dewleta Tirk de, pêk bînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KldfIKoaYqM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>