Asîma ya 7 salan di nav pencên DAIŞ'ê de ma: PDK em hiştin û reviyan

Jina Êzidî ya Şengalê Asîma Casim Xidir behsa şeva êrişa li ser Şengalê, çawa aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate revandin û firotin dibêje: "Hêzên PDK'ê reviyan û em di nav pencên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin."

Asîma ya 7 salan di nav pencên DAIŞ'ê de ma: PDK em hiştin û reviyan
5 ÇILE, 2021   16:33
HESEKÊ – SILAVA EBDULREHMAN – HENAR ÎBRAHÎM

Asîma Casim Xidir (19) ji gundê  Berberoj ê Şengalê ye, malbata wê ji 6 xwişk, 3 bira , dê û bav pêk hat. Asîma ku temanê 12 salî bû, di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê hat revandin.

Asîma ya ku piştî 7 salan ji girtin, êşkence û sebiyê hate rizgarkirin, serpêhatiya xwe bi me re parve dike.

Asîma Xidir wiha dibêje: "Beriya êrişên çeteyên DAIŞ'ê em li Şengalê bi aramî û ewle dijiyan. Di şeveke Tebaxa 2014'an de, me dengê guleyan bihîst, piştre me dît ku erebeyên hêzên pêşmerge yên girêdayî Partiya Demorkat a Kurdistanê bi lez ji herêmê direviyan, diviyabû ku parastina me kiribane, lê agahî nedan şêniyan jî da ku beriya êrişên çeteyan derketibane."

Asîma destnîşan dike ku êzidî nedikarîn tiştek kiribane û dema piraniyan tunebû ku ji Şengalê derketibane û wiha didomîne: "Beriya ku çeteyên DAIŞ'ê bighêjin herêmên me, me hewl da ber bi çiyayê Şengalê ve derkevin, lê çeteyên DAIŞ'ê komek Êzidî dorpêç kir û gelek ciwan li pêşiya çavên hemûyan qetil kirin."

ZARTOKATÎ KUŞTIN

Asîma serpêhatiya wiha didomîne: "Piştî em ketin nava pençên DAIŞ'ê, em kom kirin, xort û keç û temenmezin ji hev cûda kirin. Hemû endamên malbatên ji hev parçe kirin û veqetandin. Ez jî di nav de keç birin Mûsilê, niha nizamim bê çi bi serê malbata min û şêniyên din hat."

Asîma Xidir destnîşan dike ku piştî gihaştin Mûsilê ew sewqî "Dadgeha Rewa" ya girêdayî DAIŞ'ê kirin, 10 rojan di girtîgeha hundirê dadgehê de dihêlin, piştre  wekî sebî di temenê 12 salî didin çeteyekê iraqî 21 salî bi navê "Beraa", bi vê re rûpelek nû ji êş, êşkence û kuştina zarokatiyê wê dest pê dike.

ÎŞKENCE, ŞEWAT Û FIROTAN

/ar/uploads/files/2021/01/05/160544_heseke-keca-ezidi-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Asîma Xidir wiha got: "Ez du sal û nîvan li gel ciwanê iraqî mam, ez di kabûseke rastîn de dijiyam. Ez îşkence kirim, li min dida  û gotinên nebaş digotin. Nedihişt ez derkevim derve û serdana tu kesî bikim. Destê ku min navê bavê xwe li ser tato kiriye, anku nivîsiye, şewitand. Ew jî bi bihaneya ku tatokirin heram e."

Asîma Xidir destnîşan dike ku piştre çeteyê iraqî wê difrot çeteyekî din ê DAIŞ’ê yê sûrî bi navê wî Qeiqa, 45 salî bû û wê dibin Sûriyê.

Asîma Xidir wiha domand: "Temenê min di wê demê de 15 salî bû, du salan li gel wî DAIŞ’î mam. Piştre wê jî ez firotim çeteyekî din ê ji Baxozê û nave wî Abdulkerîm bû, salekê û çend mehan li gel wî mam û min zarokek jê anî. Di şerê li Baxozê de, çeteyên bi navê Abdulkerîm hate kuştin."

JI BAXOZÊ HETA BER BI KAMPA HOLÊ VE

Asîma Xidir dibêje ku piştî DAIŞ di Baxozê de têk çû, QSD’ê ew û tevî jinên DAIŞ’î yên dîtir veguhastin kampa Holê.

Asîma Xidir eşkere kir ku jinên DAIŞ’ê ew bi QSD’ê ditirsandin û digotin xwe eşkere neke û nebêje tu êzidî yî. Ji ber dê QSD’ê wê bişînin Şengalê û li wir her jina ku hatiye revandin an jî firotin tê kuştin. Ji ber ew li ser malbatê dibe şermek. Asîma Xidir da zanîn ku wê tiştek jî li ser QSD’ê nizanî, ji lew re bê deng ma û bi jinên DAIŞ’ê re heta du salan li kampa Holê ma.

REVA JI HOLÊ BER BI BESÎRA VE

Asîma Xidir wiha da zanîn: "Piştî du salan, hin hevalên min ên ji jinên DAIŞ’ê ji min re gotin ku ew ê bi rêya hin qaçaqiyan ji kampê birevin. Min ji wan re got, min jî bi xwe re bibin. Piştre ez û hin jinan revîn û gihaştin bajarokê Besîra yê li gundewarê Dêrazorê."

Asîma Xidir bi lêv kir ew bi jineke DAIŞ’î re li Besîra rûnişt, lê debara jiyanê pir kembax bû. Dûvre wê ji hin jinên Besîra çîrokên rizgarkirina jinên êzidî û gihandina wan bi ewlehî li Şengalê dibhîze. Wê demê ew fikrî ku xwe radest bike û xwe eşkere bike. Piştî bi demekê berê xwe da navenda Asayîşa Jin a li Dêrazorê û xwe radest kir.

RIZGARÎ

Asayîşa Jin a Dêrazorê Asîma Xidir bir navenda hêzên Asayîşa Jin a li herêma Cizîrê. Piştre wan Asîma Xidir radestî Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, dê ew jî di demeke nêz de ji malbata wê ya li Şengalê re bişîne.

(fr)

ANHA