Dewleta Tirk careke din kûçikên har derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin

Dewleta Tirk a dagirker derdora 50 kûçikên har di deriyê sînor ê Xerzê yê navçeya Dirbêsiyê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Tê texmînkirin ku kûçikên har nexweşiyên xeter girtine.

Dewleta Tirk careke din kûçikên har derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin
5 ÇILE, 2021   18:21
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji gundê Xerzê, dewleta Tirk derdora 50 kûçikên har di deriyê sînor re ber bi navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ve berdan.

Ev cara sêyemîn e ku dewleta Tirk kûçikên har derbasî gundên navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê yên nêzî sînor dike. Ev yek metirsî ligel çêke û tê texmînkirin ku nexweşiyên xeter girtine.

ANHA