Leşkerên hikumeta Şamê gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn reşandin

Leşkerên li bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navenda bajarê Qamişloyê, reşandin.

Leşkerên hikumeta Şamê gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn reşandin
5 ÇILE, 2021   14:00
 QAMIŞLO

Hêzên hikumeta Şamê îro gule li bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Helko ya Qamişloyê reşandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser wê yekê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv da.

Ji 3`yê Çileyê ve li Qamişloyê alozî heye û hêzên hikumeta Şamê bi girtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şantajê dike.

(cx)

ANHA