SOHR: Tevgera artêşa Tirk li “herêmên bêçek” berdewam e

SOHR`ê bi bîr xist ku tevgerên artêşa Tirk a dagirker li “herêmên bêçek” zêde bûye. Ji hin nuqteyan vedikişe û di heman demê de rojane sewqiyatan derbasî axa Sûriyê dike.

SOHR: Tevgera artêşa Tirk li “herêmên bêçek” berdewam e
5 ÇILE, 2021   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku liv û tevgerên artêşa Tirk a dagirker ji herêmên li çiyayên Lazîqiye li aliyê bakurê rojhilat, heta bigihêje gundewarên Hema û Idlibê û deverên li bakurê rojavayê Helebê berdewam in. Wesayîtên leşkerî ji hinek nuqteyan vedikişîne û li nuqteyên din bi cih dibe.

Li gorî SOHR`ê artêşa Tirk a dagirker bi armanca vekirina rê, duh bi zanabûn nuqteyên xwe li ser rêya Heleb-Lazîqiye (M4) nexasim li herêmên li nêzî Cisir Şixûr û derdora Bidama El-Zeîniye li rojavayê Cisir Şixûr, nuqteya bidawîbûna dewriyeyên hevbeş a li nêzî sînorên îdarî yên parêzgeha Lazîqiyê danîn.

Artêşa Tirk a dagirker derbaskirina sewqiyatên leşkerî di rêya deriyê sînor ê Kefer Lûsîn re li bakurê Idlibê rojane didomîne û dişîne nuqteyên nû yên li çiyayê Zawiye yê li gundewarên başûrê Idlibê. 

Hejmara nuqteyên artêşa Tirk a dagirker li “herêmên bêçek” gihaşt 64`an.

Girêdayî heman mijarê, hejmara wesayîtên leşkerî yên ku derbasî herêmê bûne, di navbera Sibata 2020`an û heta niha de gihaşt zêdetirî 11 hezar û 500 wesayîtan.

VALAKIRINA NUQTEYAN

Têkildarî vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji gelek nuqteyên ku êdî ketin bin kontrola hêzên hikumeta Şamê, SOHR`ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker 7 nuqte bi temamî vala kirin. Ew jî ev in: Mork û Şêr Mixar li gundewarên Hemayê, Enedan û Raşidîn, Îsa, Şêx Eqîl li gundewarên Helebê. Xebatên valakirina nuqteyên li Toqan ê li gundewarên Idlibê berdewam in. Tê payîn ku bi temamî jê vekişe.

Tenê 4 nuqteyên artêşa Tirk ên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve nehatine dorpêçkirin, dimînin. Ew nuqte li Iştibreq li rojavayê Cisir Şixûr, Zeytûne li çiyayê Tirkmen, Selwa li gundewarên bakurê Idlibê û keleha Semanê li gundewarên rojavayê Helebê ne.

(şx)