PENa Kurd êrişên li dijî rojnamevan Kakshar Oremar şermezar kirin

PENa Kurd bi daxuyaniyekê tawanbarî û êrişên li dijî rojnamevan û nivîskar Kakshar Oremar ên di medyaya Tirk de derketine, şermezar kirin û diyar kir ku “Kakshar Oremar dê li dijî van kanalên medyaya neberpirsyar a Tirk, rêyên yasayî bigire ber, da ku rê li ber van hewlên tawanbarkirinê were girtin.”

PENa Kurd êrişên li dijî rojnamevan Kakshar Oremar şermezar kirin
5 ÇILE, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêvebir a PENa Kurd têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Desteyê diyar kir ku çend kanal û rojnameyên li Tirkiyê endamê Desteya Navendî ya PEN’a Kurd, nivîskar û rojnamevan Kakshar Oremar kiriye hedef û wiha da zanîn: “Gelek tawanbariyên çewt û giran li dijî Oremar hatine kirin ku wî wek terorîst bi nav dikin. Van îdiayan, endamê Desteya Rêvebir a PEN a Kurd rasterast kiriye hedef ji bo fanatîk û tundrawên faşîst. Cihê rûniştinê û hûrguliyên kar u xebatê yên birêz Oremar, li gel wêneyên wî di van nûçeyan de hatine nîşandan ku her kes dikare wî bi hêsanî peyda bike û bi vî rengî jiyana wî xistine xetereyê.”

Di daxuyniyê de qala xebatên Kakaşa Oremar hate kirin û wiha hate gotin: “Kakshar Oremar bi nivîskar, rojnamevan, hunermend, dîrokzan û siyasetmedarên navdar ên Kurd re bi dehan hevpeyivîn û belgefîlm pêk aniye. Ev karê wî ye ku hevdîtina bi her kesê re bike ku bizanibe dê bibe sedema bidestxistina agahiyan da ku rastiyan derxe hole. Wî bi kesayetiyên siyasî yên her alî û îdeolojîyan re hevpeyvîn kirine, bi taybetî di dema ku pêvajoya aştiyê di navbera PKK û Tirkiyê de dimeşiya.

Em wek PENa Kurd, bawer dikin ku ev îdiayên hanê ku meremên siyasî li pişt in, hem ji bo tawanbarkirina birêz Oremar û hem jî birêz Selahattîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDP’ê ku ew jî di wêneyan de hatiye xuyakirin û her du wek ‘terorîst’ nîşan kirine, ji bo ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya paqijkirina navê birêz Demîrtaş ji hemû tawanan were bêbingehkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha lê hate zêdekirin: “Em wek PENa Kurd li pişta endamê Desteya xwe Kakshar Oremar disekinin û van hewldanên çapemeniya Tirk ên tawanbarkirin û bihedefkirina rasterast a wî ji faşîstan re û bi vî rengî xistina wî di nava xetereyên mezin de, bi tundî şermezar dikin. Kakshar Oremar dê li dijî van kanalên medyaya neberpirsyar a Tirk, rêyên yasayî bigire ber, da ku parastina wî bê kirin û rê li ber van hewlên tawanbarkirina wî were girtin.”