Mamoste û xwendekar: Em ê bi pênûsên xwe şerê dagirkeran bikin

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser bajarokê Eyn Îsayê, bi dirûşma “Em ê bi pênûsên xwe şerê terorê bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi hezaran mamoste û xwendekarên Minbic û gundewarên wê xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Mamoste û xwendekar: Em ê bi pênûsên xwe şerê dagirkeran bikin
5 ÇILE, 2021   13:48
MINBIC

Xwepêşandana ku ji aliyê Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ve hatibû birêxistinkirin, ji çerxerêya Mîzan a rojavayê bajêr dest pê kir û heta Yarîgeha Beledî ya li navarasta bajêr dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedanan şervanên QSD`ê û berxwedana şêniyên Eyn Îsa li hemberî êrişên dagirkeran, berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/01/05/130713_hsn-alabdallh.webp

Li yarîgehê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Hesen El-Ebdullah wiha axivî: “Em bi zanabûn, têgihîştin û îradeya xurt xwe bi çek dikin da ku em ji hêzên terorîst re bêjin ku em ji Rêveberiya Xweser û rêbazên wê yên rêvebirina kar û barên perwerdeyê, aborî û civakî razî ne. Baweriya me bi jiyana hevbeş heye, ji ber ku em di aramî û ewlehiyê de dijîn.”

/ar/uploads/files/2021/01/05/130726_qys-abadh.webp

Hevserokê Yekitiya Mamosteyan Qeys Ebade jî destnîşan kir ku êriş û zêdegaviyên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê hene û got: “Ev êriş diyar dikin ku aramiya ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de dijîn, li xweşiya dewleta Tirk a dagirker nayê û ew naxwaze şerê li Sûriyê bi dawî bibe.”

/ar/uploads/files/2021/01/05/130649_amynh-ahmd.webp

Mamoste Emîne Ehmed jî bi navê mamosteyan wiha axivî: “Em îro li vir in, em tekez dikin ku em dagirkeran û kiryarên wan ên dermirovî li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin ku senaryoyên Efrîn, Serêknaiyê û Girê Spî û rûxandin û kuştinê, careke din pêk bînin.”

Xwendekarê bi navê Feyad El-Mistefa jî, destdirêjî û zêdegaviyên dewleta Tirk li herêmê şermezar kir û bang li cîhanê û rêxitinên mirovî kir ku di rawestandina dagirkeriya Tirk û kiryarên wê yên dermirovî der heqê sivîl û zarokan de, roleke aktî bilîzin.

/ar/uploads/files/2021/01/05/130836_minbic-mesa-licina-perwerde-28129.webp

Ev xwepêşandan di çarçoveya bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser navçeya Eyn Îsayê de ku ji beriya 6 hefteyan ve êrişên domdar û hewldanên dagirkirina navçeyê pêk tên, tê lidarxistin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BqJ3TqQ7GyM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>