Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome

Çalakiya grava birçîbûnê ya ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan a li bajarê Kobanê di roja xwe ya 3'yemîn de berdewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome
Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome
Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome
Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome
Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê di roja 3`yan de didome
5 ÇILE, 2021   12:36
KOBANÊ

Çalakiya greva birçîbûnê li Kobanê yekşema borî ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan ku ji beriya 40 rojan ve li girtîgehên dewleta Tirk bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû, bi beşdariya 30 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û dê heta 9`ê mehê dewam bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd a li naverasta Kobanê veda.

Ji bo piştgirîdayîna çalakvanên greva birçîbûnê û redkirina siyaset û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, rojane şandeyên ji sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên herêma Firatê serdana konê çalakiyê dikin.

Îro jî şandeyek ji Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn, Desteya Çandê, Meclisa Leşkerî ya Kantona Kobanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Nexweşxaneya Leşkerî serdana konê çalakiyê kir. Kesên serdana çalakgeran kir, got baweriya wan heye ku dê planên dewleta Tirk a dagirker ên tunekirina fikrên azad ên rêber Abdullah Ocalan û têkbirina vîna çalakvanên greva birçîbûnê armanc dikin, têk bibin.

 (dm)

 ANHA