Wezîrê karên derve yê Misirê dê tev li lûtkeya Kendavê bibe

Li gel pêşbîniyên bidawîbûna nakokiyên di navbera Qeter û cîranên wê de, îro wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ji bo ku tev li lûtkeya Kendavê bibe, diçe Erebistana Siûdî.

Wezîrê karên derve yê Misirê dê tev li lûtkeya Kendavê bibe
5 ÇILE, 2021   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li bajarê El-Ûla yê Erebistana Siûdî, xebatên dewreya 41`an a Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Kendavê bi serkêşiya qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebdulezîz El-Siûd dest pê dike. Behreyn vê dewreyê bi rê ve dibe.

Bi destpêkirina lûtkeyê re, sekreterê giştî yê meclisê Nayif El-Hejref vekirina qada hewayî û sînorên deryayî û bejahî di navbera Erebistana Siûdî û Qeterê de bi erênî nirxand.

Dezgehên çapemeniyê ku agahiyên xwe dispêrên çavkaniyan, ragihand ku Qahîreyê li beramberî gelek şertan, vekirina rêwîtiyên hewayî bi Dewhayê re erê kiriye.

(şx)