Rêveberiya Xweser qedexeya beşî heta 19’ê Çileyê dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî heta 19’ê Çileyê dirêj kir û bang li welatiyan kir ku rêbazên xweparastinê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser qedexeya beşî heta 19’ê Çileyê dirêj kir
5 ÇILE, 2021   11:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryarên Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser biryara hejmara 3’an da, li gorî biryarê qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên rêveberiyê ji 5’ê Çileyê heta 19’ê Çileyê dewam dike.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin:

“Qedexeya derketinê ya beşî li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 15 rojan dewam dike, biryar ji sêşemê (5 Çile 2021) ve dest pê dike û heta 19`ê Çileya 2021`an dewam dike.

Li gorî wê:

1- Hemû dikanên bazirganiyê û dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan heta saet 5:00`an vekirî dimînin. Lê ev yek ji bo sûkên mezin (bazar, sûka înê, sûka yekşemê…) ne derbasdar e.

2- Hemû dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê tên vekirin, rêbazên xweparastinê û tedbîrên tenduristiyê tên pêkanîn.

3- Tevgera basên ku dikevin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ji herêmê derdikevin, nakevin ber qedexeyê.

4- Hemû cihên olî ji bilî nimêja înê û ayîna yekşemê, tên girtin û hemû tedbîrên xweparastinê tên pêkanîn.

5- Kombûnên mezin wekî şahî, konên sersaxiyê, civîn, kongre tên qedexekirin, heke çêbin jî dê hesab ji berpirsan bê xwestin.

6- Divê hemû welatî û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser maskan li xwe bikin û tedbîrên xweparastina kesayetî pêk bînin, her wiha divê pîvanên dûrbûna civakî li hemû cihan bên pêkanîn û wekî parçeyekî ji jiyana rojane ya welatiyan bê dîtin.

7- Li gorî pêwîstiyê û li gorî bendên li jor hatine bibîrxistin, hemû Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl dikarin biryarên girêdayî şewba koronayê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser duh ragihandibû ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 14 kes bi vîrusa koronayê ketine.

(cx)