Dadgeha dewleta Tirk îtîraza parêzerên Leyla Guven red kir

Dadgeha dewleta Tirk îtîraza parêzeran a li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven red kir.

Dadgeha dewleta Tirk îtîraza parêzerên Leyla Guven red kir
5 ÇILE, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî biryara girtinê serî li dadgeheke bilindtir dabûn. Îtîraza parêzeran hate redkirin.

Parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a dewleta Tirk dabû û dadgehê ev îtîraz red kir. Dadgehê îdia kir ku tiştekî şaş di biryara Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn de tune ye û îtîraza parêzeran red kir.