Meclisa Malbatên Şehîdan: Em ê xaka xwe ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got "Em ê xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, biparêzin."

Meclisa Malbatên Şehîdan: Em ê xaka xwe ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin
5 ÇILE, 2021   05:18
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bertek nîşanî hedefgirtina Eyn Îsayê dan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen diyar kir ku şermezarkirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têrê neke û got: “Divê gelê me her dem li qadên çalakiyê be, ax, nirx û hebûna xwe biparêze. Dijmin dixwaze bi şer bijî. Bi çekên giran û balafiran êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Wan zarokên me bi çekên kîmyewî li ber çavên cîhanê şewitandin. Cîhan ker û lal mabû. Tişta ku dikare me xilas bike, yekitî ye."

‘ME CÎHAN JI TERORA DAIŞ’Ê PARAST’

Mihyedîn Hesen bal kişand ser ku şervanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîhan ji xetereya DAIŞ'ê rizgar kir û got: "Dijminê me tu carî berjewendiyên me naxwaze. Niha em lê dinêrin Amerîka û Rûsya li vir in, lê divê neyê jibîrkirin ku ew ji bo berjewendiyên xwe hatine vir. Wan heya niha ji bo gelê me tiştek nekiriye û ew ê nekin jî. Me hemû cîhan parast. Zarokên me bi şerê DAIŞ'ê cîhan ji metirsiya terorîzmê rizgar kir. Ew ji bo dagirkirina axa me jî dengê xwe nakin. Me ne tenê ji bo xwe şerê DAIŞ'ê kir. Zarokên me bi şerê li dijî DAIŞ'ê hemû gelên cîhanê parastin û ji bo vê armancê canê xwe feda kirin. Me li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan. Heya vê nuqteyê gelek ked hate dayîn."

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TUNE BIKE’

Têkildarî dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd, Hesen got dewleta Tirk vekirî dibêje "Ger li Afrîkaya Başûr jî xaniyekî Kurdan hebe, ez ê hilweşînim." Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi navê cîhadê êrişî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dike, xwerêveberî qebûl nekir û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî jiyana biratî ye.

Hesen got dewleta Tirk a ku mercên jiyana wekhev û azad a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nagire, neteweya demokratîk hedef girtiye. Hesen destnîşan kir ku neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê û got: "Şert û mercên wekhev ên jiyanê, Kurd, Ereb û Suryanî jiyana xwe bi hev re didomînin bêyî ku tu cudahiyê bixin navbera neteweyan. Me şahidî kir ku Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Suryanî bi hev re axa xwe parast. Ew di mewziyekî de şehîd bûn. Xwîna wan tevlihev bû."

Hesen diyar kir ku êrişên li dijî herêmê li pêş çavê hemû cîhanê didomin û got: "Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê ye. Ew projeya neteweya demokratîk qebûl nake, ji ber ku ew berjewendiyên xwe dixwaze. Ew her gav dixwaze keda mirovan îstîsmar bike û pê bijî. Eyn Îsayê bi çekên giran bombebaran dike. Ew sivîlan dike hedef. Bi dehan sivîl şehîd bûn. Ev bûyer li ber çavê hemû cîhanê diqewimin."

‘DIVÊ PARTIYÊN KURDISTANÎ DEV JI BERJEWENDIYÊN XWE YÊN TENG BERDIN’

Hesen di heman demê de xîtabî partiyên kurdistanî yên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, kir û wiha pê de çû: “Ger kurmê darê ne ji darê be, tiştek darê nayê. Maf û berpirsyariya min heye ku ez zimanê xwe biparêzim. Her wiha mafê me heye ku em li ser vê xakê bijîn. Dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Yên ku dibêjin kurdî, diçin Efrînê û li goristanên çeteyan nimêj dikin. Em dikarin ji wan re çi bibêjin? Rexne ne bes e. Hûn ê biçin serdana çeteyên ku zarokên me qetil kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 hezar şehîd hatin dayîn. Rojekê me hûn li ser gorên şehîdan nedîtin. Berjewendiyên xwe yên kesane bidin aliyekî. Nirxên me yên pîroz, şehîdên me ne. Divê em li cem hev bin, divê em bibin yek da ku dijmin têk bibin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen diyar kir ku dewleta Tirk westiyaye, û ew bi nakokiyên kûr re rû bi rû ne û aboriya wan têk çû. Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a ku hewl dide li dijî şerê tê meşandin rabe, hewldana dawî ye.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE LI SÎSTEMA SELTANATÊ VEGERE’

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Necah Silêman Seîd jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hemû gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkez in.

Necah got dewleta Tirk dixwaze vegere pergala dewleta Osmanî û got: “Ew dixwaze sultanata xwe li Rojhilata Navîn ava bike. Herêma me bi xwîna şehîdan hate rizgarkirin. Em êrişan qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe di şopa şehîdên xwe de bidomînin. Em ê tu carî paşde gavekê neavêjin."

Seîd bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember van êrişan bê deng nemînin.

‘MAFÊ ME YÊ PARASTINA REWA HEYE’

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Keyfo Osman got: “Beriya ku dewleta Tirk were damezirandin, Osmaniyan gelek gel qir kirin. Dixwestin serdestiya xwe li ser gelên Rojhilata Navîn çêkin. Dewleta Tirk jî berdewama Osmaniyan e."

Keyfo Osman got piştî ku dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, Eyn Îsa ji xwe re kir hedef û vê carê jî li vir sûcên mirovahiyê berdewam kirin.

Osman destnîşan kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêexlaqî ye û berxwedana li dijî wê jî berpirsyariyeke exlaqî ye û got: "Têkoşîna me li ser esasê parastinê ye. Em ji bo ya ku em heq dikin, şer dikin. Em axa xwe û xwe diparêzin. Em êrişî kesî nakin. Îro ji hêla dewleta Tirk ve şerekî bêexlaq tê meşandin. Çeteyên ku Erdogan bi peran kirine, bi şerên xwe yên dijmirovahî êrişî axa me dikin. Ew sivîlan dikin hedef. Malên wan talan dikin. Ew dixwaze herêmê dorpêç bike û bi tevahî wêran bike."

 ‘DEWLETÊN GARANTOR TIŞTEKÎ NAKIN’

Osman diyar kir ku dewletên garantor li hember êrişan bê deng dimînin û got: "Dewletên ku li welatekî dema ku kesek birîndar bibe, dikin qareqar, îro jî li hember qetlîamên dewleta Tirk bê deng dimînin. Tu kes ji bo kesên ku rojane rastî êrişên dijwar tê, deng dernaxe."

Osman diyar kir ku di meha dawîn de çend heyet hatine herêmê û got: "Heyet her wiha serdana şehîdan kir. Wan gelek şehîdên ku ji bo parastina gel û axa xwe canê xwe da, dîtin. Em bûn dengê şehîdên xwe. Me dengê şehîdên xwe gihand saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî, lê dema ku ew vegeriyan welatên xwe, wan her tiştê ku dît, ji bîr kir. Wan tu gavên cidî neavêtin."

ANHA