Meclisa Qamişloyê: Dewleta Tirk dijminê mafên mirovan e

Meclisa Qamişloyê girtina parlamenter Leyla Guven şermezar kir û piştrast kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bin pê dike.

Meclisa Qamişloyê: Dewleta Tirk dijminê mafên mirovan e
4 ÇILE, 2021   13:38
 QAMIŞLO

Meclisa Qamişloyê îro bi daxuyaniyekê siyasetên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî jinan, di serî de girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven şermezar kirin.

Gelek endamên meclisê û endamên Kongreya Star tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevseroka meclisê Mûne Îbrahîm daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi şev û roj mafên mirovan bin pê dike û li dijî neteweyên cuda sûcên dermirovî pêk tîne. 

Mûne bi bîr xist ku dewleta Tirk bi zanabûn sivîlan dikuje, malên wan wêran dike û bi darê zorê ji warên wan dide koçberkirin û digire. Mûne wiha domand: “Dewleta Tirk, ji ber ku wan sûcan pêk tîne, dijminê mafên mirovan e.”

Mûne di daxuyaniyê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo serbestberdana hevserokê berê yê HDP`ê Selahattîn Demirtaş û got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li dewleta Tirk ferz kir ku hevserokê berê yê HDP`ê Selahettîn Demirtaş serbest berde û 60 hezar euro wek tezmînat jê re pêşkêş bike. Lê dewleta Tirk heta niha ev biryar pêk neaniye. Berovajî wê, parlamenter Leyla Guven girt.”

Mûne Îbrahîm di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û tevahiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi lez dewleta Tirk muhasebe bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UCoiy2gIEyA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>