Moskovayê banga firehkirina diyaloga nîştimanî ya Lîbyayê kir

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn îro bang li aliyên Lîbyayê kir ku di nav de alîgirên Muemer Qedafî jî hene, ku qada diyaloga nîştimanî fireh bikin.

Moskovayê banga firehkirina diyaloga nîştimanî ya Lîbyayê kir
4 ÇILE, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Sergey Verşînîn girêdayî diyaloga Lîbyayê ya ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) didome, axivî û got divê aliyên Lîbyayê li ser lidarxistina hilbijartinan di dawiya vê salê de erê bikin û qada diyaloga nîştimanî bi tevlêbûna tevahiya hêzên siyasî, di nav de alîgirên serokê Lîbyayê yê berê Muemer Qedafî, fireh bikin.

Sergey Verşînîn wiha got: “Heke piraniya Lîbyayê dît ku pêwîst e hilbijartin pêk werin, bila wisa be. Bêguman NY dikare rolekê di vî warî de bilîze û li gel rêzgirtina ji serdestiya welêt re dikare alîkariyan pêşkêş bike.”

Ruxmî gelek dozên nakok, lê aliyên Lîbyayê yên ku tev li diyaloga siyasî bûne ku li Tunisê di Mijdara borî de li dar ketibûn, li ser lidarxistina hilbijartinên giştî li tevahiya welêt di 24`ê Kanûna bê de, li hev kiribû.

(şx)