Umer Salih ji nû ve bû serokê PADÊ

Meclisa Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) îro kom bû û careke din Umer Salih wek serokê partiyê hate hilbijartin. Kongreya PADÊ ya sêyemîn di 24’ê Kanûna 2020’an de li dar ketibû.

Umer Salih ji nû ve bû serokê PADÊ
4 ÇILE, 2021   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Kanûna 2020’an de 3’yemîn Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li komelgeha Digurê ya Şengalê bi tevlêbûna 150 delegeyan bi dirûşma, “Bi ruhê bidawîkirina fermanan em ê rêxistina xwe xurt bikin” li dar ketibû.

Îro endamên meclisê li bajarokê Sinûnê civiyan û di civînê de serokê PADÊ û cîgirên yekem û duyem yên serokê PADÊ hatin hilbijartin. Li gorî wê Umer Salih careke din bû serokê PADÊ.

Her wiha Zehra Silêman wek cîgira yekem û Azad Ebdal jî wek cîgirê duyem hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinan serokê PADÊ Umer Salih axivî û got: “Em di serî de sala nû li tevahiya civaka xwe pîroz dikin, hêvî dikîn sala nû bibe sala xweseriya Şengalê. Bi amadebûna hemû endamên Meclisa Rêveberiya PADÊ, serok û her du cîgir hatin hilbijartin. Em bi hêvî ne ku wê hemû endamên partiyê, ji bo civaka êzidî rêveberiyeke baş ji bo gelê xwe bikin.”

Umer Salih wiha lê zêde kir: “Îro ji me tê xwestin ku em hemû derfetan ji bo ku Şengal xweser bibe, bidin meşandin û hemû saziyên xwe li Iraq û qada navneteweyî bidin qebûlkirin. Her kesê ji bo xweseriya Şengalê kar bike, em ê bi hemû hêza xwe pê re dan û standinê bikin.”