Projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve dest pê kir

Gerînendîteya Avê ya Hesekê dest bi xebata projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve kir. Li gorî biryarê proje dê di 3 mehan de bi dawî bibe.

Projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve dest pê kir
4 ÇILE, 2021   13:05
HESEKÊ

Proje li ser du beşan pêk tê. A yekê; dê xetên kişandina avê restore bikin û ya din; stasyona sereke ya li ser wê xetê dê were restorekirin.

Piştî ku dagirkeriya Tirk stasyonê Elok a li Serêkaniyê dagir kir û av li ser şêniyan qut kir, aloziya peydakirina avê li bajarê Hesekê û gundewarên wê derket.

Endezyarê ku projeyê dişopîne Luqman Mûsa diyar kir ku piştî dagirkirina stasyona Elokê li bajarê Hesekê û gundewarên wê pirsgirêka avê derket. Mûsa got ji ber zirarên mezin di xetên avê yên di navbera herêmên El-Siwer a Dêrazorê û stasyonên avê yên li başûrê Hesekê de, Gerînendetiya Avê ji bo çareseriya aloziya avê pêşniyar kir ku projeya kişandina ava Firat were pêkanîn.

Her wiha di nav xebatên qonaxa duyem de dê stasyonê El-Elwa, stasyona 47'an û stasyona Şedadê restore bikin.

Luqman Mûsa eşkere kir ku proje dê di 3 mehan de bi dawî bibe.

(dm)

ANHA