Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir kêm bûye

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 14 kesên tenê bi vîrusa koronayê ketine û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir kêm bûye
4 ÇILE, 2021   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketine 7 mêr in û 7 jin in û li van herêman in:

Qamişlo: 4

Til Temir: 1

Dêrik: 5

Girkê legê: 1

Tirbespiyê:1

Reqa:1

Şehba: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav pêketiyên koronayê kesek baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 8 hezar û 113 kesan, ji wan 276 kes mirine û hezar û 150 kes baş bûne.

(dm)

ANHA