Çalakgerên greva birçîbûnê: Heta rizgarkirina tevahiya girtiyan em ê asta têkoşînê mezin bikin

Beşdarên çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê, pirştrast kirin ku ew piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo rizgarkirina tevahiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de û tecîrda li rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê asta têkoşînê mezin bikin.

Çalakgerên greva birçîbûnê: Heta rizgarkirina tevahiya girtiyan em ê asta têkoşînê mezin bikin
4 ÇILE, 2021   10:52
KOBANÊ

Duh êvarê li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê li Qada Şehîd Egîd bi dirûşma “Em di dema azadiyê de ne, êdî bes e tecrîd, azadî ji bo Serok Apo” destpê kir. Meclisa Malbatên Şehîdan û 30 kesayetên din tev li çalakiyê bûn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi armanca bidawîkirina tecrîda li rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina girtina hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi dirûşma “Dem dema azadiyê” ji 39 rojan ve didome.

Derbarê mijarê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Bekrî Şêx Ehmed got: “Dewleta Tirk nahêle em rihet bijîn. Ji ber ku pergala wê xirab e dixwaze me timî bide koçberkirin û dixwaze herêmêna Kurdan dagir bike.”

Bekrî Şêx Ehmed destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê kesek nikare li hemberî pergala Tirk a xirab dengê xwe derxe û wiha domand: “Ji ber ku kî hewl bide li hemberî vê pergelê serî hilde, dê bikin zindanê, girtîgehên Tirkiyê tijî girtî bûne.”

Şêx Ehmed piştrast kir ku ew şer naxwazin, aştiyê dixwazin û di dawiyê de got: “Em azadiyê ji girtiyên xwe, serok Apo û Leyla Guven û hemû kesên ku li dijî pergala Tirkiyê ya faşîst tê dikoşin re dixwazin. Em piştgriya greva wan dikin.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Seid Hebeş wiha behsa hestên xwe kir: “Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî, tevahiya cureyên zulm û zordestiyê li dijî girtiyên me yên di girtîgehan de pêk tîne. Em vê zulmê qebûl nakin. Ji ber wê û ji bo piştgiriya berxwedana wan me dest bi grevê kir.”

Seid Hebeş dewleta Tirk a dagirker muxateb girt û got: “Êdî bes e. Hûn ê heta kengî zulmê li gelê Kurd bikin. Em vê zulmê qebûl nakin. Em ê li hemberî dagirkerî û zulmê li ber xwe bidin û tê bikoşin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Dunya Mihemed ku tev li çalakiyê bûye got: “Ji bo ku piştgiriya berxwedana zindanan bikin em li vir in. Em soz didin girtiyan, heta ku hûn rizgar dibin û tecrîda li rêber Apo bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin û asta têkoşînê mezin bikin.

Dewleta Tirk ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve, tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kobanê wê heta 9`ê vê mehê bidome.

(şx)

ANHA