Li gundewarên başûrê Dêrazorê sivîlek hate qetilkirin

Li gundewarên başûrê Dêrazorê, hinek kesên ne nas gule li sivîlekî reşandin û di encamê de wî sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarên başûrê Dêrazorê sivîlek hate qetilkirin
4 ÇILE, 2021   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku vê sibehê li bajaroka El-Buseyra ya li gundewarên başûrê Dêrazorê, kesên ne nas gule li sivîl bi navê Ebdullrezaq El-Elî El-Silêman reşandin û di encamê de Ebdullrezaq jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me da zanîn ku piştî bûyerê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarok belav bûn û dest bi lêpirsînan kirin.

(dm)

ANHA