Pentegon: Keştiya balafiran ji ber gefên Îranê dê li Kendavê bimîne

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê duh ragihand ku keştiya balafiran a Amerîkayê dê li Kendavê bimîne. Lê li gorî pêşbiniyên hinek aliyan, dibe ku keştî vegere baregeha xwe ya li DYA`yê.

Pentegon: Keştiya balafiran ji ber gefên Îranê dê li Kendavê bimîne
4 ÇILE, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî gelek raporan, ji ber gefên dawîn ên ji hêla Îranê ve bi boneya salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê, wê keştî li Kendavê bimîne. Lê hinek aliyên din destnîşan kir ku ev nîşaneya kêmbûna asta nakokiyê di navbera her du aliyan de ye.

Dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê vê hefteyê bi bîr xist ku berpirsê xebatên wezîrê parastinê yê Amerîkayê Christopher Miller, ferman daye ku keştî vegere baregeha xwe.

Rojnameya New York Times ku agahiyên xwe dispêre rayedarên amerîkî, diyar kir ku ev gav nîşaneya kêmkirina asta gurkirinê ya li hemberî Îranê ye, ji bo ku di rojên dawîn ên rêveberiya Donald Trump de şerek di navbera her du dewletan de rû nede.

 (şx)