​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde bûne

Rojnameyên erebî yên îro der bare êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê, rewşa Îranê û geşedanên li Tirkiyê de nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Êrişên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde bûne
4 ÇILE, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÊRIŞÊN DAIŞ`Ê LI ÇOLISTANA SÛRIYÊ’

Rojnameya El-Beyan der barê mijarê de nivîsî: “Êrişên terorîstên  DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde bûne, di heman demê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuştin û teqîn pêk hatin. Piştî hilweşîna rêxistinê li bajarokê Baxozê di Gulana sala 2018`an de, ev cara yekemîn e ku şaneyên wê ew qas çalak dibin. Ji ber êrişên DAIŞ`ê yên hefteya derbasbûyî bi dehan leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên alîgirên wê hatin kuştin, her wiha hin leşker jî dîl hatin girtin, guman û tirs heye ku êrişên li dijî herêmên Sûriyê zêde bibin.

Berdevkê Koalîsyona Nevdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Wain Martoto li ser Twitterê got ku karên wan ê sereke di sala nû de, tunekirina DAIŞ`ê ye.”

‘ÎRAN JI BO VEGERE PEYMANA NUKLEERÎ XWEST KU CEZA BÊNE BETALKIRIN’

Der barê geşedanên li Îranê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Sekreterê Meclisa Bilind a Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî got ji bo ku Îran vegere hevpeymana nukleerî, divê hemû cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê bêne betalkirin.

Li aliyekî din şêwirmendê rêveberiya Biden ê ewlehiya neteweyî Jake Sullivan ji tora CNN`ê re got: "Ji bo vegera hevpeymana nukleerî pêwîst e destpêkê vegerin hevdîtinên der barê bernameya Îranê ya balîstîk.”

‘BILINDBÛNA NAVÊN HIN SIYASETMEDARAN ERDOGAN TENGAV DIKE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê nivîsî: "Piştî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hate ser desthilatê, ji bo xewnên xwe yên desthilatê pêk bîne, mijara sîstema serokatiyê da pêşiya xwe, bi vî awayî rê li pêşiya hêzên siyasî yên ji derve  girt da ku qada siyasetê bi tevahî bixe bin destê xwe..

Her wiha rojnameyê  nivîsî: "Lê Îro li gorî çavdêran rewş pir cuda ye, ji ber ku pir kesayetên siyasî derketin û ji AKP`ê veqetiyan, her wiha ji nava hin blokên opozîsyonê derketin û hevsengiya siyasî bi tevahî guhertin, her wiha hewl didin ku hilbijartinên sala 2023`yan derfetên Erdogan kêm bikin.

Rikberên Erdogan, ku ji wan Alî Babacan e, yê ku ji AKP`ê veqetiyaye, her wiha serokê şaredariya Enqereyê Mansur Yavaş û serokê şaredariya Stanbolê Ekrem Îmamoglu.”

(kn)