‘Armancgirtina jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve nîşaneya kîneke kûr e’

Jinên siyasetmedar ên Helebê destnîşan kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê jinan dikin armanc da ku vîna wan bişkînin. Her wiha gotin ku ew ê hovîtiya dewleta Tirk li dijî jinan belge bikin.

 ‘Armancgirtina jinên Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve nîşaneya kîneke kûr e’
4 ÇILE, 2021   08:58
HELEB-HENEN MIHEMED

Di ser dagirkirina kantona Efrînê re ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve zêdetirî du sal derbas bûn. Li herêmê rojane sûcên qetil, dizîn, wêrankirin, revandin û desteserkirina malên sivîlan û guhartina demografiya herêmê têne kirin.

Jinên Efrîna para herî zêde ji sûcên dagirkerî û çeteyên wê girt, ji ber ew xwedî vîna azad in û karî xwe di tevahî qadên siyasî, leşkerî û civakî de bisepanda.

Girêdayê mijarê, hin siyasetmedarên jin ên li Helebê axivîn.

Endama Nivîsgeha Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê Bêrîvan Horo di destpêka axaftina sûcên li dijî jinên Sûriyê bi giştî û jinên Efrînê bi taybet, şermezar kirin û wiha got: "Ji destpêka krîza Sûriyê de tevahî çînên civaka Sûriyê azarên şer kişandin. Lê çîna herî zirar dîtiye jin e. Tevahî aliyên şer bi awayekî plankirî û raste rast jin armanc kirin, ji ber ku jin e û di xebatên siyasî, civakî û hiqûqî de çalak in."

Der barê sûcên li dijî jinan, Bêrîvan Horo wiha domand: "Nimûneya sûcên li dijî jinan, sûcên li dijî jinan ên li Efrîna dagirkirî ye. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, jin di girtîgehên dagirkeriyê de di tevahî cureyên îşkenceyê re derbas bûn, her wiha jin hatin revandin, qetilkirin û bi temenê biçûk bi çeteyan re hatin zewicandin."

Bêrîvan Horo di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku tevî hemû sûcan civaka navnetweyî bê deng e û li hember parastina wê aciz e û got ku divê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê erka xwe bi cih bîne û mafên jinan biparêzin.

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) ya Helebê Rûheyv Ehmed diyar kir ku jinan di tevahî qadan aborî, siyasî, leşkerî û civakî xwe îsbat kirin û karîn ji qalibê ku zihniyeta desthilatdar ew kelepçe kiriye bi der keve û ji civakê de îsbat kir ku rola wê ya di afirandina civakeke demokrat, exlaqî û mirovî de girîng e.

Têkildarî armanckirina dewleta Tirk a jinan, Rûheyv Ehmed wiha pê de çû: "Dewleta Tirk jinan armanc dike ji bo ku vîn û baweriya wan bişkîne. Dewleta Tirk sûcên, qetilkirin, tundî, îşkence, revandin û lîstina bi cenazeyên şehîdan pêk tîne. Ev tevahî sûc nîşaneya nefret û kîna kûr a dewleta Tirk li hember jinan e, da ku ji tevahî jinên di rêya civakeke demokrat de tê dikoşin re bisepîne ku ew ê rastî heman çarenûsê werin."

Rûheyv Ehmed di dawiyê de bang li tevahî jinên azadîxwaz û demokrasxwaz kir ku bi destek bin heta civaka azad ava bikin. Her wiha piştrast kir ku ew ê ji bo belgekirina tevahî sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin bixebitin û pêşkêşî rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yE1_5GZTUDY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>