SOHR: DAIŞ’ê erebeyeke din a hêzên hikumeta Şamê kir armanc

SOHR’ê daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa –Selemiye êriş bire ser erebeyeke din a girêdayî hêzên hikumeta Şamê.

SOHR: DAIŞ’ê erebeyeke din a hêzên hikumeta Şamê kir armanc
3 ÇILE, 2021   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke leşkerî  ya hêzên hikumeta Şamê li ser rêya Reqa-Selemiyê li nêzî herêma Wadî Ezîb kir armanc, di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

DAIŞ’ê di hefteya borî de, erebeyeke hêzên hikumetê li ser rêya Humis-Dêrazorê kiribûn armanc û di encamê de kuştî û bi dehan birîndarî çêbûn.

(fr)