Li bajarê Qamişloyê aloziya ewlehiyê-HATE NÛKIRIN

Piştî ku hêzên hikumeta Şamê endamekî Asayîşa Qamişlo re girtin, li bajarê Qamişlo aloziya ewlehiyê derket.

Li bajarê Qamişloyê aloziya ewlehiyê-HATE NÛKIRIN
3 ÇILE, 2021   20:29
QAMIŞLO

Endamên hêzên hikumeta Şamê vê êvarê endamekî Asayîşa Qamişlo girtin..

Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişloyê endamekê Hêzên hikumeta Şamê girtin. Di encamê de li bajarê Qamişlo aloziya ewlehiyê derket.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de da ajansa me ji bo berdana girtiyan di navbera herdu aliyan de dan û stand tên kirin.

ANHA