Li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê di depoyên sotemeniyê de teqîn çêbûn

Li herêma Dalik Qesr  Hirmil a li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê di depoyên sotemeniyê de teqîn rû dan.

Li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê di depoyên sotemeniyê de teqîn çêbûn
3 ÇILE, 2021   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li herêma Dalik Qesr  Hirmil a li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê di depoyên sotemeniyê de teqîn rû dan. Dîmenên şewata mezin a ji ber teqînê hatin parvekirin.

Artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku depoya gaz û benzînê yên ayidî malbata  Al Ubeyd teqiyan. Ew depo li herêma Qisêr a ji aliyê Sûriyê ve ye û dîr benda kontrolê ya artêşê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tu leşker birîndar nebûn.

(fr)