Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Ehmed di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
3 ÇILE, 2021   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê ya têkildarî mijarê wiha ye: "

"Endamê hêzên me ya Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşar Nayif Ehmed duh 2`yê Çileya 2021`ê dema li ser erka xwe ya parastina ewlehiya welatiyan bû, di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Beşar re dixwazin, bejan xwe li hemeberî keda şehîdên leheng ditewînin. Em teqez dikin ku em  li ser xeta şehîdên xwe dimeşin û xebatên xwe yên bi armanca parastina destkeftiyên gelê xwe û ewlehiya wê didomînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Beşar Ehmed

Navê bav: Nayif

Navê dê: Ferîda

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hilko 20/01/1996

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 26/03/2016

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 2/01/2021

(eh)

ANHA