‘Rêbertî di demeke kurt de rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de vekir’

Jinên ku bi rêber Ocalan re rûniştine, diyar kir ku rêbertî ew ji çiraveke biêş ku bêhna koletiyê jê difore bi der xistin û tevahî xewnên wan pêk hatin.

 ‘Rêbertî di demeke kurt de rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de vekir’
4 ÇILE, 2021   04:07
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Di salên 80’î de, di dema ku rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê û Lubnanê bû, bi taybet li Akademiya Mahsûm Korkmaz (Akademiya perwerdeya leşkerî û îdolojî) ya li Bîqaya Lubnanê, derfet ji gelek kesan re çêbû ku rêbertî ji nêz ve binasin. Rêbertî girîngiya zêde dida doza jinan û bi rêya fikir û felsefeya xwe ew li ser rêxistin û cihekî di nava civakê de perwerde dikirin.

Piştî her serdanekê ji rêbertî re, guhartinên mezin di kesayetên jinên ku pê re civiyane çêdibû. Her gotinek rêbertî ji bo jinan perwerde bû, ji ber di gotinên rêbertî de felsefe, wateyên kûr û nirx hebûn. Hê jî gotinên rêber Ocalan di mejî û dilên wan jinan de neqeşî ne. Ji wan jî Necah Gulo ye, ya ku bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê bandor bûye.

Necah Gulo (60), ji ber dîsplîna şervanan û dilnizmiya wan, bi Tevgera Azadiya Kurdistanê bandor dibe. Bi wê re hevjînê wê, Yûsif Îbrahîm di dawiya 1986’an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di Tîrmeha 1991’an de li herêma Şêrwan a girêdayî Xerzanê şehîd dibe.

 ‘RIH D GEWDEYEKE MIRÎ'

Necah Gulo di 1985’an de Tevgera Azadya Kurdistanê dinase û bi tevgerê re di aliyên rêxistinê de têdikoşe û bi şoreşa Rojava re  bi awayekî eşkere di saziyên sivîl de dixebitî û niha di Meclisa Malbatên Şehdan de dixebite.

Di encama, zihniyeta bavikslalarî, adat û kevneşopiyên paşverû, jin di civakê de bê rol hatin hiştin. Lê bi belavbûna fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a bi rêya endamên tevgerê, Necah Gulo pê bandor dibe û li gel çoşek çêdibe ku xwediyê vê fikirê ji nêz ve binase.   

Necah Gulo ya di 1988’an de bi rêber Abdullah Ocalan re rûnişt, kêliya dîtinê bi çarenûsî wesifand. Ji ber kesayeta wê bi rûniştinê re xurt bû, moral û cesareta wê bilind bû û wiha got: "Dema min rêbertî dît, min bawer nekir. Min ji hevalên xwe re got tiştekî bike ku heta ez bawer bikim ku rêbertî li pêş çavên min in. Di wê demê de çoşeke nayê wisifandin bi min re çêbû. Ez pê hesîm ku gewdeya min mirî ye û rih pê hat."  

Necah Gulo wiha domand: "Heke hebûna azadiyê li cîhanê heye, min ew li akademiyê dît. Ji ber ku alên Tevgera Azadiya Kurdistanê li ba dibûn û girseya gel di şahiyê de bi zimanê kurdî diaxivîn. Coş û moral pir bilind bûn û ez jî fêrî wê tiştî nebûme, ji ber ji zimanê dayikê mehrûm bûm. Vê hişt ku azadiyê hîs bikim. Wê demê min nasî ku Kurd û Kurdistan heye û dijmin kiriye çar parçe."

Necah Gulo di berdewam axaftina xwe de wiha bi lêv kir: " Li qada akademiyê zêdetir 15 hezar kes hebû, rêbertî pêşwaziya me kir, ji me re civîneke bi dema 4 saetan bênavber li dar xist. Li ser şoreşên di ser Kurdistanê re derbas bûne, li ser dîroka Kurdistan û jinan ku çawa mafên jinan hatine têkbirin, axivî. Ji wê zêdetir rêbertî li ser rewşa jin ku çawa civak û keşneşopiyan ew xistiye depoyeke biêş ku jê bêhna koletiyê tê, li ser rêxistin, hêza kesayetî û vîna azad, komkuiyên li ser gelan pêk hatine bi taybet gelê Kurd, axivî."

Necah Gulo wiha piştrast kir, ku rêbertî tevahî xewnên wê pêk anîn û ew serbilind e ku rêber Ocalan rêberê tevahiyan e, ji sine, elewî, êzidî, dewlemend, xizan, karker, cotyar, ramanas. Her wiha got: " Rêbertî tu cudahî nedixist navbera tu etnîkekê û bi hemû hêza xwe hewl da gelan ji sûcên li dijî wê pêk tên rizgar bike û di demeke kurt de rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de vekir."

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Necah Gulo wiha pê de çû: "Piştî ji akademiyê vegeriya, heta 1997’an bi şêweyekî veşartî li ser birêxistinkirina jinan û belavkirina fikireya Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava şêniyên herêma Qamişlo de xebitîm. Ew yek bi rêya civîn, belavkirina broşorên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê, guhdarkirina li vîdeoyoyên dengê rêbertî, şîrovekirina wateya rihê welatparêziyê, pêk hat. Ji ber rêjîma Baas qedexe dikir ku Kurd dîrok û şaristandiya xwe binasin."

 ‘JINA AZAD BIJÎ, XWEŞIKTIR DIBE’

Di dawiya 1997’an de Necah Gulo careke din bi rêber Ocalan re civî û 45 rojan perwerde li qada rêber Ocalan dît. Li gorî Necah, di perwerdeyê de, waneyên li ser taybetmendiyên têkoşerê şoreşger, pirsgirêka kesayetî li Kurdistanê, sifetên li ser berxwedan û têkoşîn, waneyên leşkerî, xurtkirina kesayetî, hembêzkirina civakê dîtin. Li gel wê jî rêbertî li ser pêşdeçûnên dawîn ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn axivî.

Di kesayeta Necah Gulo de gelek guhartin çêbûne, di vê çarçoveyê de Necah Gulo wiha axivî: "Di perwerdeyê de, min xwe, paşeroj û rewşa xwe ya niha di gotinên rêbertî de nas kir. Rêber Ocalan ji me re got, jina herî xweşik, jina bi azadî dijî û tu tiştekî biha û xweşik ji jina ku azadiya xwe bi dest bixe, tune ye."

Necah Gulo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ez ê têkoşîna xwe bilind bikim û rêya ku rêbertî bi fikira xwe ya azad neqiş kiriye, bişopînim, ew jî civaka demokrat a rizgarkirî, welatekî demokrat a nenavendî ku tê de wekhevî heye."

 ‘JI MIN RE XEWNEK BÛ KU RÊBER OCALAN LI PÊŞ ÇAVÊN XWE BIBÎNIM Û EV XEWN PÊK HAT’

Qedriye Îbrahîm Uwêş ji gundê Uwênîkî yê 15 km dûrî navenda navçeya Amûdê ye, di salên 80’î e bi rêya şehîd Kemal Tevgera Azadiya Kurdistanê nasî. Her wiha di destpêka salên 90’î de jî keça wê ya bi navê Şehnaz Mihemed Şerîf û birayê w, Hewas Derwîş tev li tevgerê bûn. Lê Hewas Derwîş li çiyên Kurdistanê şehîd bû. Qedriye Îbrahîm Uwêş di dawiya 1996’an tevî komeke ji şêniyên herêma Cizîrê rêber Ocalan dît.

Qedriye Îbrahîm Uwêş bi awayekî veşartî xebitî û bi rihê welatparêzî û şoreşgerî dihat nasîn. Qedriye Îbrahîm Uwêş jı dema nasîna wê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de di nava çalakiyên cebheweyî de dixebitî. Lê bi destpêka şoreşa Rojava re di avakirina komînan li navçeya Amûdê de xebitî û piştre cihê xwe di rêveberiya meclisa navçeyî de girt.

Qedriye Îbrahîm Uwêş, di 2015’an de di felca mejî re derbas bû, bi wê re jî nikare tevahî hûrgiliyên hevdîtina bi rêveber Ocalan re bi bîr bîne.

 ‘MIN SOZ DA XWE KU EZ LI PÊŞIYA TU FERDEKÎ JI MALBATA XWE NEBIM ASTENG Û KELEM’

Qedriye Îbrahîm Uwêş wiha got: "Kêliya dîtina rêbertî nayê wesifandin, ez wê demê pir bi çoş bûm. Ji min re xewnek bû ku rêbertî li pêş çavên xwe bibînim û ew xewn pêk hat. Rêbertî ji me re civînek li qada akademiyê li dar xist, tê de li ser rizgarkirina jinan axivî. Rêbertî eşkere kir ku rizgarbûna ji cinsiyetparêziyê rêgeza yekemîn a rizgarkirina civakê û dayîna cihekî mezin ji jinan re li nava Tevgera Azadiya Kurdistanê ye."

Qedriye Îbrahîm Uwêş wiha da zanîn: "Rêber Ocalan ji me re digot, divê tevahî pirsgirêkên jinên ên azaran ji ber wê di civak û malbatê de dikişînin werin çareserkirin. Da ku wekheviya zayendî, rêxistinên têkiliyên dualî yên li ser bingeh û rêgezên jiyana demokrat, azadî û aştiyê pêk werin."

Qedriye Îbrahîm Uwêş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez aşiqê tevger û rêbertî bûm û min soz da xwe ku li pêşiya tu ferdekî/ê ji malbata xwe, heke bixwazin tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bibin, nebim bend. Min hewl da zarokên xwe tev li tevgerê bikim. Ew jî ji ber ku me gelek azar, zilm û destpotî li ser destên rejîmên desthilatê yên li Sûriyê dîtin."

Qedriye Îbrahîm Uwêş gotina xwe wiha bi dawî kir: "Divê tecrîda li dijî rêbertî were rakirin. Bi hêvî me grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de bi ser kevin. Bang li tevahî gelê Kurd dikim ku li dora wan bicivin, alîgiriya wan bikin û piştevaniya moralî bikin û çalakiyan li dar bixin. Her wiha bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikim ku bi erkên xwe yên hiqûqî û mirovî rabin û li dijî sûcên desthilatên Tirk ên li dijî gelê Kurd bisekinin. Em gelê Kurd bangawazên aştiyê ne, ne bangawazên şer in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gTIlipZOniU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>