PYD û Kongreya Star li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Diyar Şehba re xwest

Kurdên li Lubnanê, endamên PYD’ê û Kongreya Star sersaxî da malbata şehîd Silêman Osman (Diyar Şehba).

PYD û Kongreya Star li Lubnanê sersaxî ji malbata şehîd Diyar Şehba re xwest
3 ÇILE, 2021   13:27
BEYRÛT

Endamên meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star û Kurdên li Lubnanê sersaxî da malbata şervanê QSD`ê Diyar Şehba ku li nêzî bendava Tişrîn a Kobanê di encama qezayekê de şehîd bûbû.

Di merasima sersaxiyê debi navê meclisên PYD`ê li Lubnanê Şebal Fetah li ser rola şehîdan di mayîndekirina aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî. Fetah wiha got: “Şehîd, ew kes in ku welatan bi xwîna xwe ya pak ava dikin, da ku gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aramî bijî.”

/kr/uploads/files/2021/01/03/132947_ccdb10f1-31a0-4eae-805c-0446da86c0d3.webp

Fetah bal kişand ser tecrubeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wekî herêmên din ên Sûriyê ne. Li wê derê, aramî, îstiqrar û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Asûr, Suryan, Ereb, Kurd û Ermen de heye.”

Kurê apê şehîd Diyar Şehba, Edham Şehûd jî got: “Şehîd Diyar xwedî pîvan bû û ji doza xwe hez dikir.”

Bi navê Kongreya Star jî Semîra Bekir wiha got: “Em ê bi saya şehîdan bi ser bikevin û dagirkeran têk bibin.”

(cx)

ANHA