Nakokiyên bi Qeterê re mijara sereke ya civîna Kendavê ne

Aloziya Kendavê ku bû sedema xirabûna têkiliyên di navbera Qeter û welatên Ereban de, dê mijara sereke ya xebatên civîna Meclisa Hevkariyê ya Kendavê be ku tê payîn sêşema bê li Erebistana Siûdî bê lidarxistin.

Nakokiyên bi Qeterê re mijara sereke ya civîna Kendavê ne
3 ÇILE, 2021   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Hezîrana 2017`an de Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Behreynê têkiliyên xwe bi Qeterê re qut kiribûn û ew bi piştgiriya komên îslamî yên radîkal tawanbar kiribûn ku Dewhayê ew yek red kir û ji wê demê ve êdî xwe nêzîkî Îranê kir.

Her çar welatan ji bo boykotkirina Qeterê, tedbîrên wekî girtina qada hewayê li balafirên Qeterê, qedexekirina têkiliyên bazirganiyê û rawestandina ketina welatiyên Qeterê ji erdên xwe re, girtibûn.

Ji bo normalîzekirina têkiliyan, her çar welatan lîsteyek ji 13 daxwazan pêşkêşî Qeterê kir, tê de hate xwestin ku tora ‘El-Cezîrê’ were girtin û dan û standina Qeterê bi Tirkiyê re bê kêmkirin, lê belê Dewhayê guh neda wan daxwazan.

Xebatên civîna Kendavê ya sêşemê piştî zextên Washingtonê li ser aliyên bi nakok ên Kendavê ji bo çareserkirina aloziyê, pêk tê.

Tê payîn ku nakokiyên bi Qeterê re mijara sereke ya xebatên civînê be ku dê sêşema bê li parêzgeha El-Ula ya bakur rojavayê Siûdiyê be.

(cx)