Rêxistinên jinan banga bilindkirina têkoşînê li dijî biryara girtina Leyla Guven kir

Rêxistinên jinan xwedî li berxwedana parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven derketin û banga girîngiya bilindkirina têkoşînê kir.

Rêxistinên jinan banga bilindkirina têkoşînê li dijî biryara girtina Leyla Guven kir
3 ÇILE, 2021   13:31
HESEKÊ

Îro bi dehan endamên Kongeraya Star, rêxistina jinan a PYD'ê û Yekitiya Jinên Ciwan li meclisa Red Şeqra ya li bajarê Hesekê kom bûn û bi daxuyaniyekê biryara li dijî Leyla Guven şermezar kir.

Endama Rêxistina Jinên Ciwan a Meclisa Red Şeqra Merwa Salih daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew di qonaxeke hesas re derbas dibin, pêwîst e hemû bibin yek û li hemberî êrişên leşkerî, siyasî, çapemenî û aborî ku dewleta Tirk a dagirker dijî gelê Kurd dimeşîne, bisekinin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana Eyn Îsayê hate kirin û hate piştrastkirin ku divê piştgirî bidin şêniyên herêma Eyn Îsayê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê asta berxwedanê bilind bikin û piştgiriya berxwedana Leyla Guven bikin û li hemberî êrişên dijî herêmê û projeya demokratîk bisekinin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê berxwedana zindanan û berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê soz didin ku li hemberî hemû êrişên ku armanca dike projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên şoreşê tune bike, gelê herêmê dike hedef, bisekinin. Her wiha em ê piştgiriya hevalên ku gerava birçîbûnê dane destpêkirin, bikin heta ku ew û rêber Abdullah Ocalan rizgar dibin."

(dm)

ANHA