Misir, Sûdan û Etiyopya ji bo bendava Nehdayê li hev dicivin

Dezgehên çapemeniyê yên Sûdanê ragihand ku dê îro gereke nû ya dan û standinên di navbera Sûdan, Misir û Etiyopyayê de ji bo çareserkirina aloziya bendava Nehdayê dest pê bike.

Misir, Sûdan û Etiyopya ji bo bendava Nehdayê li hev dicivin
3 ÇILE, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê (SUNA) diyar kir ku rayedarên ji Başûrê Afrîkayê ku niha serokatiya Yekitiya Afrîkayê dike, dê beşdarî gera nû ya dan û standinan bibin.

SUNA`yê li gorî berpirsekî ku navê wî eşkere nekir, got dê Sûdan pêşniyar bike ku roleke mezintir ji pisporên Yekitiya Afrîkayê re di dan û standinan de bê dayîn, da ku bigihêjin lihevkirinekê der barê tijîkirin û xebitandina bendavê de.

Yekitiya Ewropayê ku aliyekî çavdêr ê dan û standinên bendavê ye, bi daxuyaniyekî dan û standinên pêş erênî nixandin û got: “Ew derfeteke girîng e ji bo pêşketinê û lihekirinekê peyda bike."

Ji sala 2011`an ve, Sûdan, Misir û Etiyopya gelek caran li hev rûniştin lê heta niha negihaştine lihevkirinekê li ser tijîkirin û xebitandina bendava Nehdayê.

(cx)